‘Dewleta Tirk di pêvajoyê de hincetan derdixe’

Welatiyên ji Til Hemîs, Til Koçer û Erîşe yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan çareseriya hevgirtinê diyar kiriye lê tê dîtin ku dewleta Tirk ne aştîxwaz e û got “Di pêvajoyê de dewleta Tirk hincetan derdixe.”

‘Dewleta Tirk di pêvajoyê de hincetan derdixe’
1 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO

Têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û Banga Aştî û Civaka Demokratîk û pêvajoya ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê diçe, şêniyên ji pêkhateya Ereb ên li kantona Cizîrê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Endama Kongra Star a li bajarê Erîşa Sûad Ebdulah destnîşan kir ku ew azadiya fizîkî ya Rêber Abullah Ocalan dixwazin û got: "Wî rêya azadiyê ji bo gelan û bi taybet jinan vekir. Jinên ji pêkhateya Ereb li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji qeydên ku jê re hatibûn danîn, rizgar bûn.”

Sûad Ebdulah bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û gavneavêtinên dewleta Tirk di nava pêvajoyê de û da zanîn ku Tevgera Azadiyê di pêvajoyê de gav avêtin, lê dewleta Tirk hincetan derdixe û lîstokan çêdike.

Hevserokê Meclisa Gel a Til Hemîsê Mihemed El Şemerî da zanîn ku wî bi rêya xebatên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û avakirina komînan bi hişmendiya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, fikra Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha got: “Manîfestoyên Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên hemû gelan di nava xwe de dihewînin, li Rojhilata Navîn gelek netewe, pêkhate û ziman hene, çareserî jî ji bo hemû pêkhateyan neteweya demokratîk e.”

Mihemed El Şemerî diyar kir ku wan bi gelek çalakiyan tecrîd û girtina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirine û got: "Hetanî ji bo wî rê nayê dayîn ku bi kengî bixwaze hevdîtinan bi parêzer û civakê re pêk bîne, emê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Endama Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Koçerê Delal El Şiblî jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû neteweyan fikra xwe pêşkêş kiriye û bi projeya xwe ya netewa demokratîk mafê hemû gel, eşîr û êlan misoger dike. El Şiblî destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser nîjadperestiyê israr dike û di pêvajoyê de gavan naavêje û got: “Dewleta Tirk ne dewleteke aştîxwaz e, naxwaze aramî û hevgirtina gelan a ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê dîtin, bi pêş bikeve.”

(sb/k)

ANHA