Li Şamê kesek hat kuştin

Li derdora Ceremana ya gundewarê Şamê de di navbera ciwanan de pevçûn derket di encamê de kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Şamê kesek hat kuştin
3 îlon, 2026   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê di navbera komek ciwanan li derdora bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê de şerek derket, veguherî guleavêtinê. Di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, li herêmê deng gulebarandinê hat bihîstin, lê heta niha sedemên şer nehatin zanîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve hejmara şer û pevçûnên malbatî û eşîrtî derket 111’an, di encamê de 97 kes hatine kuştin, 206 birîndar bûne.

(f)