Xebatkarên Nexweşxaneya Til El Wetenî ya Şamê jî çalakî kir

Xebatkarên tibî yên Nexweşxaneya Til El Wetenî ya gundewarê Şamê têkildarî biryara hikumetê ya kêmkirina mûçeyên wan pêşwazîkirina rewşên ne-lezgîn rawestandin.

Xebatkarên Nexweşxaneya Til El Wetenî ya Şamê jî çalakî kir
15 sibat, 2026   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatkarên tibî yên Nexweşxaneya Til El Wetenî ya gundewarê Şamê îro sibehê, wekî nerazîbûna li dijî kêmkirina mûçeyan, pêşwazîkirina rewşên ne-lezgîn rawestand.

Bijîşkên Nexweşxaneya Muwasat a Şamê, piştî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî mûçeyên wan kêm kirin li pêş deriyê nexweşxaneyê protesto kir. Bijîşkan hêrs û nerazîbûna xwe nîşan da ku mûçeyên nû têra debara jiyanê nakin û ne li gorî berpirsiyariya li ser milê wan e.

Bijîşkan bang li aliyên eleqedar kir ku biryarê di ber çavan re derbas bikin û rewşa xebatkarên tenduristiyê baş bikin û hişyarî li ser hilweşîna rewşa aborî da.

(fr)