Li Rimêlanê pirsgirêka ava vexwarinê çareser dibe

Daîreya Avê ya Girkê Legê xebata depoya avê ber bi dawiyê ve dibe. Depo dê avê bide nêzî hezar malên li Rimêlanê.

19 tîrmeh 2024   06:17
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Daîreya Avê ya navçeya Girkê Legê ji bo ku ava vexwarinê ji taxên din ên bajarê Rimêlanê re peyda bike, projeya depoyeke avê xistibû plansaziya xwe ya sala 2023`yan. 

Daîreyê di Mijdara 2023`yan de dest bi karê xwe kiribû lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, kar dereng ma. Xebata li ser depoyê careke din 11`ê Kanûna 2023`yan dest pê kiribû.

Ev depo, avê ji hezar malên li Muheleqê Rimêlanê re peyda dike. Li gorî daîreyê lêçûna wê 34 hezar û 700 dolar e.

Depo 15 metreyan ji erdê bilind e û kapasîteya wê 60 hezar metrekab e. Ava tê de tê depokirin ji bîra Komîna Şehîd Lawand tê. Dirêjahiya xeta avê ku avê ji bîrê digihêje depoyê jî hezar û 700 metre ye.

Hevseroka Daîreya Avê ya bajarê Girkê Legê Macîde Elî destnîşan kir ku xebat di qonaxa dawîn de ye, toreyên ku hatine danîn, têne binaxkirin û dê dûre avê bidin.

Macîdayê got: "Bi vî awayî me ava vexwarinê ji hejmara herî zêde ya nifûsa herêmê re peyda kir."

(şx)

ANHA