‘Em ê piştgiriyê bidin kesên ji bo azadiya me canê xwe feda dikin’

Şêniyên Çilaxayê piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkirinê û xiyanetê kir û got ew dev ji kesên ji bo azadiya wan canê xwe feda kiriye, bernadin. Her wiha hevkariya PDK`ê jî şermezar kirin.

‘Em ê piştgiriyê bidin kesên ji bo azadiya me canê xwe feda dikin’
19 tîrmeh 2024   05:06
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker destanên lehengiyê dinivîsin. 

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê piştgiriya berxwedana gerîla kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin û hewl didin planên komplogeran ên li dijî gelên azadîxwaz têk bibin û xayînan aşkera bikin.

Şêniyê bi navê Feysal Hesen got: "Berxwedana gerîla, rûmet û nasnameya gelan e. Ji bo parastina vîn û azadiya gelan li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan canê xwe feda kirin. Em qebûl nakin kesek êriş wan bike. Em ê li kêleka wan li hember siyasetên dagirkirinê, xiyanetê û qirkirinê li ber xwe bidin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

Hesen hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re şermezar kir û wiha domand: "Ji ber xiyaneta wan, dagirkerî axa Kurdistanê tarûmar kir. Em rê nadin ku xiyaneta kurdistaniyan berdewam bike.”

Şêniyê bi navê Xelîl Mecîd fedakarî û berxwedana gerîla silav kir û got: "Ji bo hebûna me gerîla li ber xwe dide. Vê berxwedanê, giyanê têkoşînê û hêviyê yê gelên bindest vejand. Dijmin girêdana me bi gerîla re baş nas dike, ji ber wê êrişên xwe yên li dijî wan zêde dike ji bo ku di kesayeta wan de berxwedana gelan têk bibin."

Mecîd wiha berdewam kir: "Heta êriş ranewestin, aştî û azadî ji tevahî gelan re pêk neyê, têkoşîna me berdewam e. Divê ciwanên me tev li berxwedan û têkoşîna gerîla bibin.”

Şêniya bi navê Semer Hisên jî wiha axivî: "Em dev ji kesên ji bo azadiya me canê xwe feda kirin, bernadin. Dê ji bo wan li ber xwe bidin. Em ê bi tevahî rêbazan piştgiriya gerîla bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

(şx)

ANHA