Li Qamişlo pirtûka helbestê ya bi navê ‘Derengî Xewnê’ hat îmzekirin

Dîwana Wêjeyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya îmzekirina pirtûka helbestê ya bi navê ˊDerengî Xewnêˊ ya rojnameger û helbestvan Kemal Necim li dar xist.

18 tîrmeh 2024   22:12
QAMIŞLO

Şahiya îmzekirina pirtûka helbestan a bi navê ˊDerengî Xewnêˊ ya helbestvan û rojnameger Kemal Necim li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. 

Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar û kesayetên civakî beşdar bûn.

Her wiha endama Dîwana Wêjeyê Botan Hoşê axaftina vekirinê bernameya şahiyê kir û bi xêrhatina mêvanan kir.

Botan Hoşê di axaftina xwe de da zanîn ku heya niha gekek ahengên îmzekirina pirtûkan li dar xistine û diyar kir ku pirtûka Kemal Necim a bi navê “Derengî Xewnê” jî, pirtûka dawî ya danasîn û îmzekirina sala 2024’an e.

Botan Hoşê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ji bo sala 2025’an jî, xebatên wan dewam bikin.

Endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Menhel Xelef axivî û bhesa helbestên cîhanî û helbestên Kurdî kir. her wiha Xelef nêrîn û şîroveyên xwe li ser pirtûka “Derengî Xewnê” parve kirin.

Herî dawî helbestvan û rojnameger Kemal Necim di şahiyê de du helbestên ku di pirtûka “Derengî Xewnê” de cîh digirin, ên bi navên “Tirs” û “Lêborîn” xwendin.

Şahî bi îmzekirina pirtûkê bi dawî bû.

Pirtûka “Derengî Xewnê” ku ji aliyê helbestvan û rojnameger Kemal Necim ve hatiye nivîsandin di sala 2023’an de ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hatiye çapkirin.

HELBESTVAN Û ROJNAMEGER KEMAL NECİM KÎ YE?

Kemal Necim di sala1969`an de, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ji dayik bûye. Necim li Girkê Legê mezin bû û heta refa 12`an xwend. Di 20 saliya xwe de li pey şopa azadî, welat û şoreşê ji gund derket û tev li nava kar û têkoşîna siyasî bû.

Di nîvê salên 1990’î de dest bi nivîsîna helbestê bi zimanê Kurdî kir. Helbestên xwe bi piranî di kovarên herêmî de diweşandin, heta ku malperên internetê yên Kurdî vebûn, êdî di wan malperan de diweşandin.

Di dawiya salên 1990’î de çû peytexta Lubnanê Beyrûtê û li wir dest bi karê rojnamegeriyê kir. Li wir çend salan edîtoriya kovara “Sorgul” bi bi zimanê Erebî kir. Ji wê çaxê ve karê wî yê sereke rojnamevanî û karê ragihandinê ye.

Berhema xwe ya yekemîn bi navê “Kezîzer” li Beyrûtê ji Weşanxaneya Amerda, sala 2002’yan weşand. Berhema wî ya duyemîn bi navê “Bîstikek Guneh” di Tîrmeha 2006’an de, li Şamê hate weşandin.

Berhema sêyemîn bi navê “Dilên Navser” di sala 2019`an de, ji Weşanxaneya Şilêr li bajarê Qamişlo hate weşandin.

Ya çarem jî “Danên bi Çêja Peyva Destpêkê” di sala 2021`an de, ji Weşanxaneya Şilêr hate weşandin.

Ya pêncemîn jî bi navê “Şevbêrkên Spî” di sala 2022`yan de, ji weşanên HRRK`ê hate weşandin.

Pirtûka şeşmîn jî bi navê “Derengî Xewnê” di sala 2023`an de, li Qamişlo ji weşanên Weşanxaneya Şilêr hate weşandin.