Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê heta niha zêdetirî 3 milyon û 500 hezar litre mazotê avdanê da cotkaran.

Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin
18 adar, 2024   04:36
REQA
EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Desteya Çandinî û Avdanê û gerînendetiyên li kantonan yekser destê didin cotkaran ku rewşa çandiniyê baş be û cotkaran bi rêya pêşkêşkirina ruxsetên çandiniyê teşwîq bikin, mazot, semad û tovên başkirî didin wan.

Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Daîreya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê heta niha 3 milyon û 500 hezar litre mazotê avdanê bi 925 lîreya Sûriyeyê bo her litreyekê da cotkaran ku jenetorên avdana zeviyên xwe pêxistin.

Cotkar Ehmed El Casim dibêje mewsima çandiniyê û rewşa wê baş e û baran bi awayekî baş bû alîkariya gihandina çandiniyê.

El Casim di dema li daîreya sotemeniyê bû ku karta xwe û beşa yekem ji mazota avdanê wergire de axivî û got: "Em ê dest bi avdana yekemîn li nava kooperatîfên çandiniyê bikin."

El Casim wiha domand: "Cotkar bi vê mewsimê kêfxweş in. Em bang dikin bi awayekî lez beşên din ên mazotê jî werin belavkirin da ku bi awayekî baş mewsim temam be."

Li gorî gerînendeyê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê Yasîn El Xelef, dê mazot li gorî ruxsetên Nivîsgeha Şêwirê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê pêşkêş kiriye bê dayîn.

Nivîsgeh li gorî kartên elektronîk her cotkarekî para wî ya mazotê didê.

Nivîsgehê ji her careke avdana donimekê re ku zeviyên wê xwe dispêrin bîran 20 litre veqetandiye û ji bo donimên li kooperatîfên çandiniyê ji her donimekê re 12 litre veqetandiye.

El Xelef wiha pê de çû: "Nêzî 7 hezar û 600 kart ji kooperatîfên çandiniyê û 892 kar ji bîran re hatine belavkirin."

El Xelef wiha dawî li gotina xwe anî: "Kart bi rêya pêşkêşkirina îsbatan tên teslîmkirin û serokê kooperatîfê tevî belgeyan dide her cotkarekî da ku ew jî pêşkêşî Nivîsgeha Şêwirê û piştre nivîsgeha sotemeniyê bike."

(fr)

ANHA