2 salan li Efrînê aramî nedîtiye

Koçbereke Efrîna dagirkirî ji ber bêrîkirina welêt vegeriya Efrînê. Piştî ku vegeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî wê gelek sûc pêk anîn. Dîsa jî ew neçar bû ku derkeve û soz bide êdî berî rizgarkirina Efrînê tu carî venegere.

2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
2 salan li  Efrînê aramî nedîtiye
18 adar, 2024   03:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 6 salan ve ku dijî şêniyên Efrîna dagirkirî û xwezaya wê bi kîndariyeke mezin sûcan pêk tînin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de û piştî berxwedana 58 rojan li hember balafir û çekên pêşketî yên dewleta Tirk a dagirker, ji sedî 80 şêniyên wê koçber bûn.

Koçbera Efrînê Fîdan Ehmed a ji navçeya Şerayê wek piraniya koçberên din tenê tevî hinek xwarin û cilên xwe bi hevjîn û her du zarokên xwe re bi matorsiklêtê derket û li paş xwe gelek bîranên ji bîr nabin hiştin.

ˊRASTÎ NE WEK XEYALAN Eˊ

Fîdan dayika 6 zarokan e (4 keç û 2 xort). Piştî koçberiyê wê berê xwe da Helebê, lê ji ber dorpêçê rewşa wê bi paş ket û biryar da vegere Efrînê. Wê xeyal dikir ku ew ê wek berê li Efrînê bi aramî û aştî bijî.

Sedema din a biryara wê ew bû ku wê gelekî bêriya welat û mala xwe kiribû. Lê belê piştî ku ew vegeriya wê dît ku ew nikare li mala xwe bibe xwedî. Li wir wê nas kir ku rastî ne wek xeyalan bû û ew ji mala xwe xerîb e.

ˊSÛCÊ YEKEMÎN LI DIJÎ WÊˊ

Fîdan di 2021'an de tev hevjînê xwe Mamo Hemze (59), apê xwe û jinapa xwe vegeriyan Efrînê. Ji bo her kesekî wan 2 mîlyon lîreyên Sûriyeyê dan qaçaxçiyekî. Lê dema ku ew gihîştin navçeya Şera, hevjînê wê û apê wê yê 90 salî ji aliyê çeteyên "Firqeya Sultan Murad" ve hatin revandin û ji bo cihekî nediyar hatin birin.

Piştî 10 rojan ji êşkenceyê malbatê ji bo her yekî ji wan 100 dolar dan û hatin berdan.

Ev jî yekemîn sûcên li dijî malbata Fîdanê bû. Piştre sûc zêdetir bûn. Dema ku wê xwest bikeve mala xwe çeteyan rê li ber wê girt. Piştî ku wê îsrar kir ku mala xwe bi dest bixe mêtingeran êrişî kurê xwişka wê kir û ew êşkence kir.

'BERHEMA MIN STANDIN Û HEWL DAN BIFIROŞIN MIN'

Fîdan xwedî 130 darên zeytûnê, 4 darên behîvan û zeviyek darên simaqê li gundê Qere Cirnê yê navçeya Şera ye.

Çeteyan ji bo 2 salan nehiştin Fîdan berhema zeytûnê bigire û 25 darên zeytûnan û tevahî darên behîvan birîn. Her wiha wan hewl da berhema simaqê jî bifiroşin wê.

ˊEFRÎN BI TEMAMÎ HATIYE GUHARTINˊ

Fîdan destnîşan kir ku jiyana li Efrînê êdî ne wek berê ye. Mirov nikare bi azadiya xwe bijî.

Di dema ku li Şera bû, Fîdan bihîst ku zilamek hat qetilkirin û avêtin geliyê Şerayê. Lê belê wê bi çavê xwe nedît, ji ber ku çeteyan nedihiştin şênî bi serbestî bigerin. Bi vî awayî jî çeteyan gelek sûc bi awayekî veşartî pêk anîn.

ˊDI DAN Û STANDINÊN HEQARETAN DIKINˊ

Fîdan wiha domand: "Ez 2 salan li wir mam lê êdî jiyan li ber çavên min reş bû. Dema ku min xwest ez vegerim mala xwe wan derî venekir, dema ku min îsrar kir jî wan êrişî min kir û heqaret kirin."

Fîdan hewl dida bi rengekî ji Efrînê derkeve. Di destpêka 2024'an de jî wê qaçaxçiyek dît ku wan bi 200 dolar derxe û got: "Berbangê û bi dizî bêyî ku çete bizanin, em çûn nêzî goristana Henan a navçeya Şera da ku ew me bi tohmetên sîxurtiyê tohmetbar nekin û nekujin."

'BERÎ RIZGARKIRINA EFRÎNÊ VENEGERIN'

Piştî hemû bûyerên ku bi Fîdanê re derbas bûne, wê sond xwar ku êdî heta Hêzên Rizgariya Efrînê wê rizgar nekin, ew venagere. Her wiha wê bang li koçberên Efrînê kir ku tecrûbeya wê dubare nekin û got: "Heta niha ji ber qehrê bi min re nexweşiya mîde çêbûye. Şaştiya min dubare nekin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 706 welatî hatin kuştin û zêdetirî 9 hezar û 8 welatiyên sivîl jî hatin revandin, ji wan hezar û 200 jin û 600 zarok in. Her wiha bi sedan jinên revandî rastî tecawîzkirinê û tundiyê hatin.

Binpêkirina herî dawîn a îsal jî sûcê li dijî xortê ciwan ê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) bû. Ew li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî hat qetilkirin. Her wiha duh jî zarokê bi navê Rodî bi kêrê hat birîndarkirin.

(mh)

 ANHA