Bi bêdengiya navnetewetî Efrîna dagirkirî tê qirkirin

Hemwextî salvegera 6'an a dagirkirina Efrînê sûcên li dijî şêniyên resen ên ku li Efrîna dagirkirî mane zêdetir dibin. Herî dawî jî  zarokê bi navê Ehmed Mamo (16) hate qetilkirin.

Bi bêdengiya navnetewetî Efrîna dagirkirî tê qirkirin
18 adar, 2024   02:34
HELEB
MIHEMED EBDO

Welatiyê bi navê Arif Silêman ê ji gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê rewşa sivîlan piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê di 2018'an de wiha anî ziman: "Top wek baranê bi ser me de dibarîn. Min berê xwe da malên xizmên xwe yên li gund da ku wan xelas bikim. Di bîra min de bû ku berxwedana rûmetê li hember faşîstan bi berdêl e û tu carî veger jê tune ye."

Di vê raporê de em ê hin şahîdeyên sivîlên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi awayekî rasterast hatine hedefgirtin û şîrovekirina wan êrişan di aliyê qanûnî de, pêşkêş bikin.

ˊBERXWEDAN BIRYAR E Û NE HILBIJÊR Eˊ

Welatiyê bi navê Silêman Arif (60) ji nûçegihanê me re bûyerên di dema êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker de anî ziman û got: "Balafirên keşfê yên biçek ên dewleta Tirk a dagirker her tiştê ku dilivî hedef digirtin. Armanca wan ew bû ku tirsê bixin dilên me û herêmên me vala bikin."

Arif destnîşan kir ku şêniyan li şûna revê, şikeft û binerd paqij kirin û xwe ji topbaranê parast.

Di encama topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker de nêzî 498 sivîl di 58 rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa wê ya yekemîn de, şehîd bûn.

Parêzer Elaedîn El Xalid Kalo wiha axivî: "Tevî ku Efrîn bûbû wargeha nêzî nîv mîlyon welatiyên Sûriyeyî lê dîsa jî ev yek rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên sivîl negirt. Armanc jî neçarkirina şêniyan ji bo ku koçber bibin, herêm vala bibe û demografiya wê bê guhertin."

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê di raporeke xwe de diyar kir ku berî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rêjeya niştecihên wê yên Kurd nêzî ji sedî 97 bû, Ereb û Tirkmen jî ji sedî 3 bû.

Lê belê ev rêje piştî dagirkirinê û bicihkirina malbatên çeteyan ên ku ji bajarên din ên Sûriyeyê hatine hişt rêjeya niştecihên Kurd bibe ji sedî 20.

'EFRÎN DI BIN MÎKROSKOPA QANÛNA NAVNETEWEYÎ DE YE'

Qanûna navneteweyî mijara guhertina demografîk wek koçberkirin û valakirin an veguhastina bi darê zorê di bin siya sûcên şer, sûcên qirkirina komî û sûcên dermirovî de bi nav dike.

Valakirina bi darê zorê ji aliyê hikumet û komên nijadperest ve li dijî netewe yan olekê tê pêkanîn. Armanca wê valakinina herêmekê ye û bicihkirina komên din e. Ev jî li Efrînê rû da.

Elaedîn wiha domand: "Eger qanûnên navneteweyî li Efrînê bên pêkanîn wê demê hesab ji berpirsên Tirk tê xwestin û ew li dadgehên navneteweyî tên darizandin. Ji wan qanûnan bendên /6/, /7/ û /8/ ên pergala Romayê ya sala 1998'an in. Li gorî wê qanûnê koçberkirina bi darê zorê sûcekî şer e û ev sûc jî tam li Efrînê hatiye pêkanîn."

Der barê vê mijarê de Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de diyar kir ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî binpêkirinên li gorî "rêbazeke metirsîdar" tên pêkanîn. Nexasim ku bûyerên kuştin, revandin, veguhastina şêniyan bi darê zorê, desteserkirina mal û milkên wan û valakirina bi darê zorê hatine belgekirin. Ev jî li gorî benda duyemîn a peymana NY'ê ya qedexekirina sûcê qirkirina komî ya 9'ê Çileya 1948'an e.

Gelek hiqûqnas banga pêkanîna benda 49'emîn a peymanên Cinêvê yên 1949'an û banga her du protokolên wê yên 1977'an ên girêdayî sûcên şer û koçberkirina bi darê zorê dikin.

Elaedîn destnîşan kir ku helwesta civata navneteweyî polîtîza ye, ji ber ku wê tu carî rê li ber guhertina demografîk negirt û tu gav li ser erdê neavêtin.

Guhertina demografîk li ser hemû aliyên jiyanê hat meşandin û êdî metirsiyeke mezin dide pêşeroja herêmê. Nexasim ku li ser şûnwar û girên dîrokî jî hat meşandin. Wek keleha Horî û Mar Maron.

ˊSOZA VEGERÊ HÎN MAYEˊ

Silêman Arif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker siyasetên şerê taybet li dijî şêniyan bide meşandin lê dîsa jî ew bi wan siyasetan bandor nabin û soza hesabxwestinê da dagirker û xayînan û soza domandina Berxwedana Serdemê di qonaxa wê ya duyemîn de nû kir.

Elaedîn Kalo jî di dawiya axaftina xwe de dewleta Tirk a dagirker wek berpirsa tevahî sûcên ku li Efrînê tên pêkanîn dît û got: "Her kesê ku sûcên li Efrînê veşêre û li hember bê deng be, di serî de qaşo ENKS'ê, ew jî di van sûcan de hevkar in û pêwîst e ew bi îxaneta li welat û welatiyan bên darizandin."

(mh)

ANHA