Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Tebqayê, bi hevkariya Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê pêşangehek û şevbuhêrkek bi dirûşma "Em ê pirên aştiyê bimînin" li dar xist.

Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
Li Reqayê şevbuhêrk û pêşangeh
30 cotmeh, 2023   22:46
TEBQA

Bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jinan û ciwanan û mêvan ji Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Inad bi xêrhatina beşdaran kir.

Destpêkê bi beşdariya 10 wênesazan ji Reqayê pêşangeh dest pê kir. Di pêşangehê de 60 tablo, 4 peyker hatin pêşandan. Mijarên berheman, jin, xweza û hin mijarên din bûn.

Dûre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Eleya axivî û got: "Ruxmî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Çand û Hunerê xebatên xwe didomîne."

El Eleya diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina mîna van çalakiyan, belavkirina çand û hunerê di nava gelan de û vejandina wê ye.

Her wiha serokê Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Hesen El Mistefa jî got: "Dewleta Tirk ji êrişên xwe yên li dijî herêmê armanc dike, projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibe."

El Mistefa soz da ku rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin, hewl bidin çandê belav bikin û wê pêş bixin.

Di dawiya çalakiyê de, koma Mîrasa Reqayê stranên bi zimanên erebî û kurdî pêşandan.

(şx)

ANHA