Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyeyê mecliseke yekgirtî tê avakirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa başûrê Sûriyeyê, rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn û helwesta Misirê kir.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyeyê mecliseke yekgirtî tê avakirin
31 cotmeh, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyeyê bi sernavê “Li başûrê Sûriyeyê mecliseke eşîran a yekbûyî tê avakirin” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku li başûrê Sûriyeyê bazirganiya hişbirê belav bûye, hişbir bi qaçaxî derbasî Urdinê tê kirin û xelkê herêmê bi wê yekê tê tawanbarkirin û hat gotin: “Di rewşa heyî de civakên xwecih ên başûrê Sûriyeyê hewl didin statuyek serbixwe ya sivîl û siyasî ya yekgirtî ava bikin.” Di berdewamiya nûçeyê de hat destnîşankirin ku eşîrên li parêzgehên Dera û Siwêdayê avakirina mecliseke yekgirtî ragihandine. Armancên avakirina meclisê wiha hatin diyarkirin: yekkirina xebatên eşîran li herdu parêzgehan û misogerkirina aramî û ewlehiya wan, nexasim piştî tengavî û destdirêjiyên ku ji gelek aliyan ve li ser wan tên kirin.

ROLA AMERÎKAYÊ LI ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn û bi sernavê “Washington di deriyê Xezayê re bi hêz vedigere Rojhilata Navîn” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Amerîka li çolistana Neqeb baregeheke veşartî ava dike, firokhilgir, moşekên ji bo parastina hewayî û bi hezaran leşker şandine. Di dewama nûçeyê de bal li ser peywendiyên telefonê yên Biden-Netanyahu, daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê jî hat kişandin û hat gotin: “Diyar e ku ji bilî geşedanên li Xezayê û berdana dîlgirtiyan, tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şer, teqandina li Difa Xerbiyê yan jî rûdana şerekî li Lubnan û Sûriyeyê, xeteriya li ser ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê jî tên nîqaşkirin.”

ÎSRAÎL DIXWAZE EWROPA ZEXTÊ LI MISIRÊ BIKE

Tora El Hurra li gorî çavkaniyên ji Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl dide ku rêveberên Ewropayê îqna bike ku zextê li Misirê bikin da ku penaberên ji Xezayê qebûl bike. Di rapora El Hurra de hat diyarkirin ku pêşniyara Netanyahu di lûtkeya Yekitiya Ewropayê ya rojên pêncşem û înê de hatiye nîqaşkirin, lê di nav de Fransa, Almanya û Brîtanya, gelek dewletan pêşniyar red kiriye.

(c)