ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2023
31 cotmeh, 2023   02:00

Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd her ku diçe mezin dibe. (BI WÊNE).

Qedexeyên rêjîmê nehişt navê wî li nasnameyê bê nivîsandin, lê ew her tim bi vî navê xwe hat naskirin û 9 sal di oxira azadiya welat de têkoşiya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serdanvanên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol gotin bihabûna pirtûkan ji pêşiya kirînê dibe asteng. Xwediyên weşanxaneyan jî diyar kirin ku kirîna pirtûkan ne li gorî asta tê xwestin e. Organîzatorên pêşangehê, bi belavkirina kertên peredayî piştgiriya çapxaneyan û xwendevanan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd pirsgirêka avê ya li beşê rojhilat ê taxê û taxa Marûf çareser kir. Yekîneya Avê ya Mensûra ya Tebqayê projeya danîna toreke avê ku dê 10 hezar welatî sûdê jê bigirin daye destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Şededê pêşangeheke wêneyan li hola Şaredariya Gel organize dike û helbest têne xwendin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê şervanên QSD′ê şehîd  Xalid Horan , Ebdulezîz Fewaz Xelîfe û Yilmaz Behra Reş li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir dikin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîmê bîranîna 69 şehîdan, li avahiya meclisê li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

4′emîn Mîhrîcana Şehîd Stêrvan bi dirûşma "Bi rihê Stêrvan û Vajînan em ê cenga azadiyê ser bixin û Rêber Apo azad bikin′′, li qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê dike, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêbertî dest bi çalakiya konvedanê li qada Şehîdan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan, 1′emîn Pêşangeha Şêwekariyê li hola navenda Çand û Hunerê ya Minbicê dest pê dike, saet di 12:00′an – heta 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA