Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê

Şivanên li gundewarên kantona Cizîrê yên dikevin ser sînorê Bakûrê Kurdistanê diyar kirin ku di demên dawî de gur pir zêde êrişî pezên wan dikin, lewma nikarin bi şev razên.

Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê
Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê
Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê
Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê
Gurên birçî mane daketin deşta Cizîrê
8 tîrmeh, 2025   05:06
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Di mehên dawî de, ji Dêrikê heta Qamişlo li gelek gundên li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê, keriyên guran xuyan tên dîtin. Li gorî agahiyên ku şivanên pez ên li herêmê dane, mumkune ku bandora hişkesaliyê çêbibe û guran xwarin peyda nekiribe, lewma derbasî gundan dibin. 

Ehmed Hisên Cuma şivanekî ji gundê Mizgeftê yê li bakur-rojhilatê bajarê Tirbespiyê ye. Hisên dibeje ku îsal gelek caran guran êrişî pezê wan kiriye, gelek telef kirine. Ehmed Hisên got ku li piraniya gundên li ser xeta sînor, ev rewş heye.

Ehmed Hisên destnîşan kir ku gur gelek caran piştî nîvê şevê, dema ku şivan radizên êrîş dikin û wiha dom kir: “Ger ku gur birçî be, ew ê herî kêm 10 miyan bikuje. Ger ne birçî be, tenê seriyek pez dibe û diçe."

Hisên Cuma dibje kuçikên wan xwe li ber êrişa guran nagirin û direvin, lewma di dema êrişan de ew hewara xwe dighînin gundiyan û şivanên nêzîk, lê pir caran ew jî dereng dimînin".

Cuma anî ziman ku li nêzî çemê Mizgeftê guran êrişî pezê wî kiriye û hewldane miyekê birevînin, lê wî bi alîkariya şivanên nêzîk li dû gur ketin û miya xwe vegerandiye.

Li gorî şivan, pez bi hatina guran dihese, lê ji tirsa di cihê xwe de disekine û nalive, lewma gur di demek kurt de ziyaneke mezin dide.

Şivînên herêmê diyar kirin ji bo berevaniya pez û astengkirina êrişên guran pêdiviya wan bi kûçikên xurt û perwerdekirî heye.

(k)