Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin

Xelkê Qamişloyê ji ber kêmbûna avê zehmetiyên giran dikişîne. Hevserokê Gerînendetiya Avê got “Beriya êrişan ji sedî 99 av digihaşt malan, niha bûye ji sedî 35”.

Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
Şênî ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
20 ÇILE, 2024   10:44
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser stasyonên kehrebeyê li kantona Cizîrê gelek bajar, navçe, bajarok û gund bê kehrebe mane. Qutbûna kehrebeyê hiştiye stasyon û bîrên avê ji xizmetê derkevin. 

Li Qamişloyê stasyonêm Hilêliyê, Iwêca, Ceqceq tevî 13 bîran ji xizmetê derketibûn.

Taxa Hilêliyê jî ji nav taxên Qamişloyê ku av lê peyna nabe. Şêniya ji heman taxê Yisra Yûnis diyar kir ku li cem wan av qut dibe û wiha dijwariya nebûna avê anî ziman: “Heta şûştina firaqekî, cilekî û serê zarokekî xwe em gelek zehmetiyan dibînin. Beriya êrişan ava me hebû, me bi rehetî karê xwe dikir lê nihan tune ye.”

Cîrana Yisra Yûnis Lînda Şerîf jî got: “Ji bo serşûştina zarokekî xwe bi depoyên biçûk em avê ji cem cîranan tînin, jixwe biqutbûna kehrebê û gazê jî em avê li ser paporê germ dikin. Tevî van êrişan jî em ê bi hevkariya hev, van astengiyan derbas bikin.”

Ji heman taxê Sîham Hemo destnîşan kir ku ji bo av demdirêj têra zarok û neviyên wê bike hindik xerc dike û got: “Kehrebe û av ji pêwîstiyên jiyanê ne, ji ber êrişên dewleta Tirk em niha bê wan in.”

`KÎ DIXWAZE DIKARE JI BÎRA ME AVÊ BIBE`

Ji bo piştgiriyê xelkê gelek malbatên xwedî bîrên avê li ser hesabê xwe yên medyaya dijîtal ji bo dayîna avê cih û numareyên xwe parve kirine. Yek ji wan jî Şaha Îbrahîm e ku mala wê li taxa Kornîş e.

Şaha Îbrahîm wiha got: “Ava bîrê li ber xelkê ye, kî bixwaze dikare jê bibe.”

JI TEMEMÎ DAKET JI SEDÎ 35`AN

Hevserokê Gerînendeya Avê li bajarê Qamişloyê Wasil Esed ji ANHA`yê re axivî û da zanîn ku wan stasyon bi rêya jeneratoran xistine xizmetê, lê tevî wê jî av nagihêje hemû xaniyan û wiha dom kir: “Berê ji sedî 99 av digihaşt malan, lê niha ji ber jenerator tenê 10 saetan kehrebeyê dide, rêjeya gihandina avê bûye ji sedî 35.”

Gerînendetiya Avê sehrîcên xwe yên avê 24 saetan ji bo şêniyan xistine xizmetê.

Her wiha Wasil Esed bang li xelkê kir ku ji ber rewşa awarte û nebûna avê, avê zêde xerc nekin.

ANHA