Li Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran hatiye belavkirin

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Kantona Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran belav kir û xebatên belavkirinê hîna didomîne. Her wiha ji bo ku tovên baş bi dest bixe, 400 peyman bi cotkaran re îmze kirin.

Li Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran hatiye belavkirin
Li Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran hatiye belavkirin
Li Reqayê 11 hezar ton tovê genim li cotkaran hatiye belavkirin
21 mijdar, 2024   08:10
REQA

Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 28`ê Îlonê ve tovê genim li cotkaran belav dike. Belavkirin li gorî belgeyên kesayetî tê kirin, lê pêwîst e cotkar dûre belgeyên pêwîst temam bikin. Her wiha sazî li gorî belgeyên çandiniyê yên ku Komîteya Çandinî û Avdanê dane, tov li cotkaran belav dike.

Hevserokê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Kantona Reqayê Salih El Bozan destnîşan kir ku tovê genim ê Dûma 1, Şam 3, Bihûs 9 û 11, Dûma 6, Şam 4, Şam 5 û Şam 7 li cotkaran belav dikin.

Saziyê ji bo pirkirina tov 400 girêbest bi cotkaran re îmze kirine. Rûbera ku dê tovê ji bo pirkirinê lê bê çandin, 12 hezar donim e. Pêvajoya belavkirinê li ser 2 qonaxan e; ya yekemîn tovên pejirandî û ya duyemîn tovên başkirî.

El Bozan diyar kir ku nav li zeviyan geriyan da ku bizanin ka şert û mercên pirkirinê lê hene yan na. Ji ber ku divê ew zevî sala berê pembo lê hatibe çandin, yan jî 2 salan li du hev nehatibe çandin.

Her wiha El Bozan destnîşan kir ku armanca projeyê, peydakirina tovên bênexweşî û xwedî berhemdayîneke baş e.

El Bozan wiha domand: "Me 11 hezar ton tov li cotkaran belav kiriye û xebatên belavkirinê hîna berdewam in."

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhayê tona genim bi 225 dolarî diyar kir.

Li herêmê 93 hezar hektar bi rêya projeyên avdanê, 190 hezar li ser beravên çeman û rogarên çandiniyê û 140 hezar donim bi rêya bîran têne avdan.

(şx/k)

ANHA