Hevjînên şehîdan: Divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde

Hevjînên şehîdan ên ji kantona Cizîrê diyar kir ku divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re berde û got ew piştgiriya gerîla dikin.

Hevjînên şehîdan: Divê PDK dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde
21 mijdar, 2024   04:10
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO

Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar dixin. HPG`ê 15`ê Mijdarê dîmenek weşandibû û tê de diyar bûbû ku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) alîkariya leşkerên Tirk dikin û bi erebeyên xwe wan ji herêma ku HPG`ê çalakî lê li dar xistiye, derdixin.

Hevkariya PDK`ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re bû sedema hers û nerazîbûna gelê Kurdistanê.

Hevjînên şehîdan ên ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Etiye Şêxmûs hejvîna şehîd Macid Tirbespiyê ku li kantona Dêrazorê sala 2019`an şehîd bûye, got: "HPG keç û xortên gelê Kurd in. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê fedakariyan dikin. Lewma dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazên şer û heta bi çekên qedexekirî, hewl dide wan tune bike."

Etiye ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ji hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re aciz in. Dema aliyekî kurdî ji bo kuştina keç û xortên Kurdan alîkariya dijmin bike, ev me diêşîne.”

Jiyan Îbrahîm ya hevjîna şehîd Eyûb Îbrahîm ê sala 2015`an li bajarê Tirbespiyê şehîd bûye, got: "Em piştgiriya HPG`ê dikin. Em bawer in ku ev hêz me diparêzin û ji bo rizgarkirina gelê Kurd û Kurdistanê fedakariyan dikin."

Jiyan behsa dîmenên ku HPG`ê belav kirine kir û wiha domand: "Hevkarî û xiyaneta PDK`ê bi taybet piştî me li dîmenan tameşe kir, me pir diêşîne. Divê PDK dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde."

Narîn Hesen hevjîna şehîd Dilşêr Xelîl ku li kantona Firatê şehîd bûye jî wiha anî ziman: "Gelê Kurd li hember hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re, bi hêrs e."

Narîn di dawiyê de bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

(şx/k)

ANHA