3 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li kantona Tebqayê 3 bazirganên hişbirê girtin û hebên kaptagonê yên li gel wan desteser kirin.

3 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin
20 mijdar, 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin beşa Têkoşîna Dijî Hişbirê li bajarê Curniyê 3 bazirganên hişbirê girtin û 63 hebên kaptagonê desteser kirin.

Li gorî navendê, piştî komkirina delîl û şopandina tevgerên her sê bazirganan hêzan ew girtin. Piştî ew hatin girtin, li xwe mikur hatin ku wan li bajarê Curniyê û herêmên derdora wî madeyên hişbirê difirotin. 

(fr)