Li Reqa, Dêrazor û Tebqa çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin

Li kantonên Reqa û Dêrazorê bi boneya nêzîkbûna Roja 8'ê Adarê çalakiyên çandî û ekolojî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal li ser têkoşîna jinan û fedakariya wan a ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê hat kişandin.

27 sibat, 2025   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên bi boneya nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) de, li kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî.. ber bi Sûriyeya demokratîk ve" çalakiyek hat lidarxistin.

Li kantona Reqayê endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ber wêneyên şehîdên şoreşa jinan wekî rêvebera kombûnê Kerem El Hemed a ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li bendava Tişrînê şehîd bû, mûm pêxistin.

Kolan û qadên sereke yên bajêr jî bi pankartên xurtkirina mafên jinan û wekheviyê û bi rengan hatin xemilandin.

Li kantona Dêrazorê jinan bi çalakiyekê destkeftiyên jinan û rola wan a çalak pîroz kir û şehîd bi bîr anîn.

Di wê çarçoveyê de çerxerêya 7 Kîlo ya bajarê Dêrazorê hat xemilandin û wêneyên şehîdan hatin bilindkirin.

Jinan pankarteke mezin a silogana "Jin Jiyan Azadî.. ber bi Sûriyeya Demokratîk ve" li deriyê bajêr bilind kir.

Girêdayî wê jinan 50 şitilên daran li çerxerêya Şehîdan a herêma Meamil çandin.

Li kantona Tebqayê jî bi sedan malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û deste û meclisên wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî gelek çalakiyan bûn.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a kantonê Qada Jina Azad li nêzî Bajarê Sporê yê bajarê Tebqayê vekir û wêneya şehîd Kerem El Hemed lê hat bilindkirin.

Ji bo zêdekirina şînkatiya nav bajêr jî çalakiya çandina 250 daran hat lidarxistin û pankartên "Bi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî.. ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li gelek dever û cihên nav bajarê Tebqayê hatin bilindkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan û dayikên aştiyê li ber wêneyên şehîdên bendava Tişrînê mûm pêxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Nebîhe Şêxo şehêdên bendava Tişrînê bi bîr anîn û got: "Şoreşa jinan misogeriya avakirina civaka exlaqî, siyasî û demokratîk e."

(mh/fr)

ANHA

Reqa

Dêra zor

Tebqa