Nêçîrvan Barzanî: Ji bo serkeftina pêvajoyê em amade ne rola xwe bileyzin

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê banga dîrokî ya ji bo aştî û çareseriya demokratîk ya Rêber Apo pêşwazî kir û got, “Em hêvî dikin banga Birêz Ocalan zemînê aştiyê û çareseriya aştiyane xurt bike. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî çi bikeve ser milên me, em amade ne rola xwe bileyzin."

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo serkeftina pêvajoyê em amade ne rola xwe bileyzin
27 sibat, 2025   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hesaba xwe ya fermî ya Facebookê de bi peyamê pêşwazî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pêşwaziyeke germ li peyama Rêber Apo kir û ev tişt got; “Em hêvî dikin banga Birêz Ocalan zemînê aştiyê û çareseriya aştiyane xurt bike. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî çi bikeve ser milên me, em amade rola xwe bileyzin. Bê gûman ne bi rêya çekan, serdema aştî, têkoşîna sivîl û demokratîk e ku bi vê rêyê wê encam û destkeftên baştir werin bidestxistin.”

Barzanî da zanîn ku Herêma Federal a Kurdistanê piştgiriya xwe ya temam ji pêvajoya aştiyê re nîşan dide û çi bikeve ser milê wan, ji bo serxistina pêvajoyê ew amade ne bicih bînin.

Di dawiya peyamê de Nêçîrvan Barzanî ev tişt gotin; “Em hêvîdar in ku qonaxa bê bi beşdarî û hevdengiya aliyên din jî li Tirkiyeyê, qonaxa serkeftina aştiyê û çareseriyê be, aramî li ser welat û hemû herêmê belav bibe.”