Muslim: Ger êrişên li dijî me rawestîn hewcedarî bi çekê tune ye

Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku eger êrişên li dijî Kurdan rawestîn wê demê tu pêdivî bi çekê tune ye û got: "Me çek ji bo xweparastinê hildaye."

Muslim: Ger êrişên li dijî me rawestîn hewcedarî bi çekê tune ye
27 sibat, 2025   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de, ji kenala Al Arebiye re axivî û diyar kir ku ew bang ji çarçoveya ku hatibû pêşbînkirin derneket û got: "Gelê Kurd ji bo parastina rewa çek hilda û dema ku civak were parastin û derfet ji gel re were vekirin ku xwe bi rêxistin bike, wê demê tu pêdiviya çekê tune ye."

Muslim destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî bawerî ye ku xebata siyasî baştir e û got: "Em jî tev li vê bangê dibin, ji ber ku me jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xweparastina çek hildaye û eger êrişên li dijî me rawestin tu pêdiviya çekê namîne, ji ber ku em ne aşiqê çekê ne."
(mh/fr)