Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn

Bi serpereştiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), siyasetmedar Dr. Omer Şêxmûs semînerek li ser girîngiya yekîtî û yekrêziya hêzên Kurd da.

Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
Li Qamişloyê semînerek li ser girîngiya yekîtiya Kurdan hat dayîn
3 ÇILE, 2026   18:21
QAMIŞLO

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi sernava "Pêwîstiya yekrêziya Kurdistanê, xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna guhertinên pêşbînkirî yên siberojê li herêma Rojhilata Navîn" semînerek li dar xist. Semîner ji aliyê siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs ve, li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên yekîtî û rêxistinên pêkhateyên Ereb, Ermen û Siryan, sazî û rêxistinên civaka sivîl, parêzer, nivîskar û rewşenbîr beşdarî semînerê bûn.  

Endama KNK’ê Hêvî Mistefa û Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso li dîwanê li gel siyasetmedar Dr. Omer Şêxmûs semîner rêvebirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, Ekrem Hiso bixêrhatina mêhvanan kir û spasiya Dr. Omer Şêxmûs kir.

Hêvî Mistefa diyar kir ku weke KNK’ê hertim mijara wan a sereke yekîtiya Kurdan e, dema Dr. Omer Şêxmûs hat Rojava wan xwest vê derfetê bikar bînin û careke din girîngiyê bidin yekîtiya gelê Kurd.

Hêvî Mistefa li ser jiyan û keda Dr. Omer Şêxmûs agahî parve kirin.

Piştî wê Dr. Omer Şêxmûs diyar kir ku gelekî keyfxweş e ku li welatê xwe di nava gelê xwe de, bi azadî bi zimanê xwe civînê li dar dixe û spasiya KNK’ê kir.

Dr. Omer pirsa çima yekrêziya Kurdan girîng e, çend faktor diyar kir û wiha şîroveya wê kir: “Em niha di nava guherînên girîng ên li Rojhilata Navîn de ne. Ji bo gel jê sûd bigire û serkeftî be yekîtî û hevkarî pêwîst e. Ya duyemîn jî tevahî gelê Kurd dixwazin ku tevgerên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin. Ya sêyemîn jî yekîtiya me dihêle em bihêz bibin. Ya din jî derfetên dîrokî her sed salê carekî yan du caran dikevin pêşiya me, divê em amade bin ji bo berjewendiya gelê xwe van derfetan bikar bînin. Weke din jî yekîtî raya giştî ya navnetewî jî ber bi mirov ve dikişîne.”

Dr. Omer Şêxmûs bal kişand ser guherînên ku qalê dikir û wiha axivî: “Yek ji wan lewazbûna Îranê ye, rolek xirab li herêmê lîstiye û piştgiriya komên tundraw kiriye. Niha Îran roj bi roj vekişiyaye nava sînorê xwe û man û nemana wê di rojevê de ye. Piştî lewazbûna Hemas, Hizbûllah û têkçûna Esad niha jî hêza wê li herêmê lewaz bûye.”

Dr. Omer Şêxmûs qala rewşa Tirkiyeyê jî kir û wiha got: “Ya din jî kêmkirina bandora Tirkiyeyê ye di Rojhilata Navîn de, Tirkiye di rewşeke aborî ya pir xirab de ye. Ya duyemîn jî Tirkiyeyê şaştiyek mezin kir û hêzên leşkerî li çend welatan belav kiriye. Raste artêşa wî duyemîn hêza NATO’yê ye, lê belavbûna wê û têkoşîna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê neçar maye hinek daxwazên Kurdan bipejirîne. Li aliyê din jî dewletên weke DYE û Îsraîl nahêlin Tirkiye valahiya Îranê dabigre.”

Dr. Omer Şêxmûs dengvana doza Kurd li qada navnetewî bi bîr xist û wiha domand: “Faktoreke din heye ku mirov dikare jê sûd bigire, ew jî piştgiriya raya giştî ya cîhanî ye. Ev alî pir baş dibîne ku hêzên Kurdan demokrasiyê dixwazin. Yek tişta din pir girîng li Sûriyeyê çêbûye, beriya guherîna rejîmê gelê Durzî, Elewî, Ereban piştgiriya doza Kurdî nedikir, lê niha ew jî doza mafê xwe û Kurdan dikin, ji Kurdan dixwazin ku Kurd piştgiriya wan bikin. Yek ji faktora din ku bandorek mezin kiriye ew jî şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Vê nav û dengek mezin ji Kurdan re ava kiriye.”

Dr. Omer Şêxmûs anî ziman ku yek ji aliyê herî girîng jî hişyarbûna Kurdan e, li Rojava û Başûr destkeftiyên Kurdan hene, li Îran û Tirkiyeyê jî ne dûre ku destkeftiyan bidest bixin.

Dr. Omer Şêxmûs di dawiyê de diyar kir ku rêbaza yekîtiyê jî bernameyek hevbaş e û ya herî girîng jî lidarketina kongreyek netewî ye.

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bî/k)

ANHA