Li hember revandina Madoru bertekên tund yên navnetewî

Êrişên berfireh ên DYA’yê yên li ser Venezuelayê û îdîaya binçavkirina Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro rageşiya li herêmê zêde kir; Kolombiyayê leşker şandin ser xeta sînor û li sernaserê cîhanê jî bangên xwînsarbûnê hatin kirin.

Li hember revandina Madoru bertekên tund yên navnetewî
3 ÇILE, 2026   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên berfireh ên DYA’yên yên li ser Venezuelayê û daxuyaniya binçavkirina Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ya ji aliyê hêzên DYA’yê ve bes ne li Venezuelayê li tevahiya herêmê û qada navneteweyî rê li ber derketina krîzeke cidî vekir. Serokê DYA’yê Donald Trump li ser Truth Socialê daxuyaniyek da û ragihand ku Maduro û hevjîna wî li Cilia Floresê ‘’hatine binçavkirin û ji welêt hatine dersînorkirin.’’

CARACAS HATE BOMBEBARANKIRIN Û REWŞA AWARTE HATE ÎLANKIRIN

Serê sibeha 3’yê Çileyê di serî de Caracas li eyaletên Miranda, Aragua û La Guairayê teqîn pêk hatin. Şahidan diyar kirin ku li balafirgeha leşkerî ya La Carlota, kompleksa leşkerî ya Fuerta Tiunayê û hin baregehên leşkerî yên li derdora paytext hatine bombebarankirin. Hikûmeta Venezuelayê piştî êrîşan rewşa awarte îlan kir.

Alîkarê Serokdewletê Delcy Rodriguez, diyar kir ku hikûmet nizane ku Maduro û hevjîna li binçavkirî ne û daxwaza ‘’delîla saxbûna wan a demildest’’ kir. Wezîrê Parastinê Vladimir Padrino Lopez jî diyar kir ku wan li seranserê welêt hêzên xwe yên leşkerî seferber kirine.

DYA: PÊNGAVEKE DIN A LEŞKERÎ NAYÊ PLANKIRIN

Hate ragihandin Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio ji Senatorê Komarparêz Mike Lee re gitiye ku Maduro ji bo ku li DYA’yê were darizandin, hatiye binçavkirin û li dijî Venezuelayê pêngaveke din a leşkerî nayê avêtin.  Li gorî rayedarên DYA’yê operasyon ji aliyê yekîneya taybet a artêşa DYA’yê Delta Force ve hatiye birêvebirin.

Piştî van geşedanan Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, piştî civîna konseya ewlehiya navneteweyî diyar kir ku ewê li seranserê xeta sînor hêzên xwe yên leşkerî bi cih bikin.

Petro, êrîş weke ‘’êrîşeke li dijî serweriya Venezuelayê’’ pênase kir û bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest bicive.

JI EWROPIYAN BANGÊN XWÎNSARBÛNÊ

Ewropayê jî li hemberî êrşan nerazîbûnên xwe nîşan da. Wezareta Karên Derve ya Spanyayê, Serokwezîrê Îtalyayê têkildarî kêmkirina rageşiyê û xwînsarbûn û navbeykariya ji bo çareseriyê daxuyanî dan.

NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWÎ

Kuba, Îran û Rûsyayê êrîşên DYA’yê bi zimanekî tund şermezar kirin û êrîş weke ‘’binpêkirina serweriyê’’ û êrîşkariya çekdarî’’ pênase kirin.

Pispor dibêjin ku binnçavkirina Maduro wê li welat rê li ber derbasbûna siyasî ya bi awayekî otomatîk veneke. Li gorî analîstan dibe ku artêş bêyî muzakereyekê kontrolê dewr neke. Beşeke mezin a muxalefetê jî li dijî dertwerdana DYA’yê ye.

Her wiha pispor diyar dikin ku ger rewşa heyî dewam bike wê Venezuela bi şerekî navxweyî yan jî şer û pevçûneke giran re rûbirû bimîne. Ev pêngava DYA’yê, weke mezintirîn pêngava leşkerî ya ji Şerê Sar heya niha ya li Emerîkaya Latîn tê nirxandin.