Di êrişa Îsraîlê ya Lubnanê de kesek hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî kamyonek biçûk a li ser rêya Siblîn-Cedrayê ya başûrê çiyayê Lubnanê de, kesek hat kuştin û hijmarek jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya Lubnanê de kesek hat kuştin
16 kanûn, 2025   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê li ser rêya Siblîn-Cedrayê ya li perava Şûf a başûrê çiyayê Lubnanê de kamyonek biçûk bombebaran kir, di encamê de kesek hat kuştin û çend kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku, piştî vê sibehê kesek li herêma sînorî kiriye armanc, êrişî endamekî din ê Hizbullah a Lubnanê kiriye.

Balafireke bêmirov a Îsraîlê di navbera bajarokên Merkeba û Edîse yên bi ser sînorê Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kiribû.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişa li bajarokê Edîse yê Merjîiyûn de kesek hat kuştin.

Kenala 12ˊan a Îsraîlê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê armancên xwe diyar kirin, amadekariya êrişeke nû li dijî başûrê Lubnanê dike.

Kenalê destnîşan kiribû ku ji armancên Îsraîlê yên ku hatine diyarkirin cihên leşkerî û endamên Hizbullah in.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji destpêka bicihanûna peymangeha agirbestê ya bi Lubnanê re di Mijdara 2024ˊan de 420 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin.

(ac/fr)

ANHA