Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan

Bi sedan ciwanên Qamişloyê bi meşeke meşaleyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 9‘ê Cotmehê daketin qadan
9 cotmeh, 2026   20:12
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û provokasyonên li Hesekê meşek li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Meş ji çerxerêya Roj dest pê kir û li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY‘yê bi dawî bû. Di meşê de al û sembolên Kurdî, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û meşale hatin hildan. Dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya aştiya navxweyî ya li Hesekê jî hatin berzkirin.

Li pêşiya avahiya komîseriyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre ciwana bi navê Zîlan Gabar daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate gotin, komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî îradeya gelan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê bû, di heman demê de armanc jê şikandina îradeya azad a gelê Kurd bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ramanên Rêber Apo li Sûriyeyê û Rojava hêviyên gelên bindest zindî kir.

Di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan hat kirin.

(bb)

ANHA