Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiya. Di hevdîtinê de pêvajoya ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin hat nîqaşkirin.

Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya
9 cotmeh, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokwewkîlê Meclisê Celal Adan re civiyan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di civînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dan û standin hatine kirin.

Di hevdîtinê de li ser merhaleya pêvajoyê ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin nirxandin hatin kirin.