Rêveberiya Xweser serdana komîteyên parastinê li Girkê Legê kir

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê serdana komîteyên parastinê yên komînên bajarê Girkê Legê kir û keda wan a parastina taxan û piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

Rêveberiya Xweser serdana komîteyên parastinê li Girkê Legê kir
Rêveberiya Xweser serdana komîteyên parastinê li Girkê Legê kir
Rêveberiya Xweser serdana komîteyên parastinê li Girkê Legê kir
4 tîrmeh, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ya ji hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantonê Şêrwan Mihemed û hevserokê Desteya Enerjiyê Ekrem Silêman pêk tê, serdana endamên komîteyên parastinê yên komînan kir.

Şandeyê li hûrgiliyên makanîzmaya xebata komîteyan û zehmetiyên wan ên rojane guhdarî kir.

Endamên şandeyê girîngî da rola komîteyên parastinê ku ew beşek bingehîn a rêxistinbûyîna ewlehiya civakî ne û got divê koordînaya hevbeş di navbera wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de were xurtkirin.

Endamên komîteyên parastinê jî, spasiya şandeyê li ser serdanê kir û diyar kir ku ew di erkên xwe yên berevanî û exlaqî de ji bo parastina civaka xwe û xebata bi ruhê dilxwazî û berpirsiyariyê, dewam dikin.

Ev serdan, di çarçoveya hewlên Rêveberiya Xweser ên xurtkirina têkiliyên civakî û şopandina rewşa parastin û ewlehiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêk tê.

(mh/fr)