Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn

Li Qamişloyê 201 şehîdên mehên Tebax û Îlonê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de hat destnîşankirin ku şehadet xeteke neteweyî û çandî ye, ew xwedî helwest in û wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 201 şehîdên Tebax û Îlonê hatin bibîranîn
19 îlon, 2024   19:23
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên Tebax û Îlonê merasîma bîranînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo orgenîze kir. Bi dehan şêniyên bajêr û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de 201 şehîdên ji endamên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND), Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA STAR), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Tevgera Ciwanên Şoreşger,  civakî, leşkerî, ragihandin û welatiyên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku ancax malbatên şehîdan bikarin keda keç û xortên xwe yên şehîd bi wateyeke şoreşgerî îfade bikin, ji ber şehîd bi xwe qedera xwe diyar kiriye. Dema kesayetên bi vî awayî hebin wê demê divê ew zanibin ku ew di rêyeke rast de ne. Hiso wiha pê de çû: “Ê ku rastiya pirsa Kurdî dane pêş şehîd in. Şehadet xeteke neteweyî û çandî ya herî bi nirx e. Divê em xwedî li soza me daye şehîdên xwe derkevin.”

Di axaftina xwe de Xerîb Hiso bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê li Îmralî û ev tişt anî ziman: “Ê ku temsîla vî nirxê şehîdan dike Rêber Apo ye. Bi vî nirxî berpirsyartiya xwe mezin dike û ji bo çareseriyê tê dikoşe. Dijmin rê li ber çareseriyê digire, tecrîdê girantir dike û li dijî îradeya gelan êrişan pêk tîne. Em xwedî helwest in, em ê heta rizgarkirin û azadkirina nirxên xwe berxwedanê bikin.”

Merasîm bi xwendina navên şehîdan û silogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA