Kongra Star a Lubnanê sûcên çeteyan şermezar kirin

Rêxistina Kongra Star a Lubnanê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî pêk tînin, şermezar kirin û bang li aliyên navneteweyî û herêmî, rêxistinên jinan û yên mafên mirovan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û van sûcan bi dawî bikin.

Kongra Star a Lubnanê sûcên çeteyan şermezar kirin
19 îlon, 2024   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî, rêxistina Kongra Star a Lubnanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di serî de sûcên çeteyên "Emşat" li dijî şêniyên resen ên Efrîna dagirkirî nexasim di vê dawiyê de li dijî gundê Kaxirê, hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî, herêmî, rêxistinên jinan û yên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî van sûcan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin.

(mh)