Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî hatin lidarxistin

Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî hatin lidarxistin
2 cotmeh, 2024   21:48
NAVEND NÛÇEYAN

Li paytexta Oslo ya Norveçê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Qada Stasyona Sentral stand hat danîn. Stand ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hate danîn û di serî de Norveçî gelek kesên ji gel û welatên cuda eleqe nîşanî standê dan û danezan û broşurên danasînê yên hatin belavkirin xwendin.

Hevserokê NCDK-OSLO’yê Andam Aso der barê çalakiyê de agahî da. Aso bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Em di çalakiyê de der barê Rêber Apo de agahî didin û nivîs û pirtûkên wî belav dikin.”

Li ser navê Platforma Jinên Kurd a Norveçê Ayser Yuce û aktivîsta KJAR’ê Mojgan Chapkar jî anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalna çalakiyên xwe mezin bikin.

Malbatên Şehîdan jî tevlî çalakiyê bûn.

FRANKFURT

Li Frankfurtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî stand hate danîn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Frankfurt û Meclîsa Jinê ve li Hauptwache hate lidarxistin. Di çalakiyê de danezana bi zimanê Elmanî ya ji aliyê KON-MED’ê ve hate xwendin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku erka her kesî ye ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkeve û ji bo meşa navendî ku wê bi pêşengiya jinan 9’ê Cotmehê di saet 15:30’an de û 12’ê Cotmehê bê lidarxistin, li herêma Frankfurtê helwestekî mînak raber bikin.

Di çalakiyê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û dowîzên der barê tecrîdê de hate hilgirtin.