Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin

Li Qamişloyê bi wesîleya 26`an Komploya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin. Di civînê de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
Li Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê hate vegotin
2 cotmeh, 2024   21:45
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 26’mîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de civîn hat lidarxistin

Beşdarên civînê li ser pergala îşkence û îmhayê ya li Îmraliyê ya ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin û komploya ku li dijî wî hatiye kirin, nirxandin û balkişan li ser pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk a Kantona Cizîrê Mezher Şêx diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin na qanûniye.

Mezher Şêxo ban li tevahî mirovahiyê kir ku divê em têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin,  heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.

Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA