Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê

Bijîşka berpirsa beşa kolerayê ya nexweşxaneya Kisrayê Nûr El Fadil diyar kir ku ji Adarê ve kolera li herêmê belav bûye û da zanîn ku beşa wan ji bo dermankirina nexweşan 24 seatan dixebite.

Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê
Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê
Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê
Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê
Li nexweşxaneya Kisrayê beşa kolerayê
28 tîrmeh, 2025   12:04
DÊRAZOR

Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra ya kantona Dêrazorê, bi desteka Desteya Tenduristiyê ya kantonê û Rêxistina IMC, di 1ˊê Tîrmehê de beşeke taybet a karantîna û dermankirina nexweşên kolerayê vekir.

Li gorî bijîşk Nûr El Fadil, di 16’ê Adara îsal de nexweşiya kolerayê derket û di dawiya meha Gulanê û destpêka maha Hezîranê de ev nexweşî belav bû. Nûrê diyar kir ku ji ber zêdebûna nexweşên kolerayê ku serî li nexweşxaneyê didan, wan daxwaza lezgîn a vekirina beşa vê nexweşxaneyê ji Desteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê û rêxistina IMC ya navneteweyê kir.

Desteya Tenduristiyê û rêxistina IMC’ê daxwaza xebatkarên nexweşxaneyê bersivand û di 1’ê Tîrmehê beşa kolerayê vekir. Di vê beşê de 30 text hene û 24 saetan dixebite.

Nûr El Fadil destnîşan kir ku piraniya nexweşên kolerayê ji bajarokên Zixêr, Hemar El Kisra, Hemar El Elî û Kisrayê û Hermûşiyê ne û da zanîn ku divê feraseta tenduristiyê, xizmetên av û kanalîzasyona li vê herêmê werin pêşxistin.

Nûr El Fadil da zanîn ku li nexweşxaneya testa stool nîn e, lewre di tesbîtkirina nexweşiyê de xwe dispêrin nîşaneyên pêşîn.

Nûr El Fadil destnîşan kir ku beşa kolerayê xizmeteke berfireh pêşkêş dike, rewşa nexweşan di aliyê zuhabûn, asta xwarinê û germahiyê de dişopîne û 24 saetan nexweşan kontrol dikin. Her wiha anî ziman ku eger rewşa nexweşan baş nebe wan dişînin navendên tenduristiyê yên bajarên mezin wekî Reqa û Dêrazorê.

(bb)

ANHA