Di rojnameyên erebî de trajediya li Xezayê, Kongreya New Yorkê û rewşa Sûdanê

Rojnameyên erebî der barê trajediya mirovî ya li Xezayê de hişyarî da ku rewşa li wir ber bi krîzeke exlaqî ve diçe. Li Sûdanê ragihandina avakirina hikumeteke li başûrê Darforê senaryoya Lîbyayê dubare dike.

Di rojnameyên erebî de trajediya li Xezayê, Kongreya New Yorkê û rewşa Sûdanê
28 tîrmeh, 2025   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro der bara rewşa mirovî ya li Xezayê, geşedanên li Sûdanê û hewldana vejandina pêvajoya aştiyê ya Filistîn-Îsraîlê de nivîsîn.

KRÎZEKE EXLAQÎ... WIJDANÊ CÎHANÊ LI KU YE?

Rojnameya El Xelîc li ser rewşa mirovî ya dijwar a li Xezayê nivîsî û bal kişand ser komkujî û binpêkirinên Îsraîlê, bi taybet siyaseta birçîkirinê ya li dijî gelê Filistînê.

Rojnameyê bêdengî û bêçalakîtiya civaka navneteweyî rexne kir û destnîşan kir ku tiştê li Xezayê diqewime çarçoveya krîzeke mirovî derbas dike û bûye krîzeke exlaqî ya cîhanî. Rojnameyê pirsî: “Ma Îsraîl di ser qanûnên edalet û mirovahiyê re ye?”

RAGIHANDINA HIKUMETEKE PARALEL RÊ LI BER PARÇEKIRINA SÛDANÊ VEDIKE

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser mijara Sûdanê. Li wir hevpeymaniyek bi serokatiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Sûdanê encûmeneke serokatiyê ya paralel û hikûmeteke nû li Nyala, ya wilayeta Darfûra Başûr ragihand. Ev geşedan rewşeke li ser erdê ava dike ku dibe bibe sedema parçekirina Sûdanê di navbera di hikumetên dijberî hev de.

Artêşa Sûdanê ev hikumetê nepajiran û wê wekî hewldanek "nebaş" ji bo rewakirina projeyek sûcdar bi nav kir. artêşê soz da ku wê hikûmetê têk bibe.

Li gorî rojnameyê, çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku ev rewş dikare Sûdanê ber bi senaryoyek mîna ya Lîbyayê ve bibe, ku li wir jî du hikûmetên dijberî hev hene welat di nava xwe de parçe kirine.

KONGREYA NEW YORKÊ; AVAKIRINA PÊVAJOYEKÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat li ser kongreya li New Yorkê ku ji hêla Erebistana Siûdî ve bi hevkariya Fransayê hat lidarxistin, nivîsî.

Kongre ji bo pêvajoya "Çareseriya Du Dewletan" hat lidarxistin. Rojnameyê diyar kir ku pêvajoya "Çareseriya Du Dewletan” projeya siyasî ya herî berbiçav e ji bo çareserkirina nakokiya Filistîn-Îsraîlê. Her wiha hişyarî da ku divê ew pêvajo nebe sloganeke bêwate.

Rojnameyê her wiha diyar kir: "Hêviyên cîhanê li ser vê kongreyê hene ku bikare di mijara Filistînê de pêşveçûneke rastîn bi dest bixe."

Li gorî rojnameyê divê Amerîka bi çavekî erênî û hevkar li vê hewldanê binêre.

(k)