Di roja yekemîn a agirbestê de 60 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di roja yekemîn a agirbesta mirovî de 60 filistînî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Di roja yekemîn a agirbestê de 60 kes hatin kuştin
28 tîrmeh, 2025   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zextên navneteweyî, Îsraîlê duh bi armanca hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî bo Xezayê agirbesteke demkî ragihandibû. Piştî agirbestê ji hin welatan kamyonên alîkariyê derbasî Xezayê bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro ragihand ku li Xezayê di roja yekemîn a agirbesta mirovî de ji filistîniyên ku hewl dida xwe bigihînin navendên alîkariyan, zêdetirî 60 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku di 24 saetan de 73 kamyonên barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bûn, lê di belavkirina li hin herêmên şer zehmet e.

Nivîsgeha Ragihandina Hikumeta Xezayê diyar kir ku hejmara kamyonên ku di rêyên bejahî re derbas bûn 73 derbas nekir.

Nivîsgehê da zanîn ku pêdiviya Xezaya herî kêm rojane bi 600 kamyonan heye ku pêdiviyên herî bingehîn bi cih bîne.

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) daxuyand ku tunebûna mekanîzmayeke diyar ji bo belavkirina alîkariyan pirsgirêkek mezin çêdike. UNRWA’yê bang li Îsraîlê kir ku kerîdorên mirovî ewle bike û ewlehiya tîmên alîkariyê misoger bike.

(bb)