Li Nepalê lehî û bahoz: 42 kes mirin

Li Nepalê ji roja Înê û ve ji ber barana zêde, hezaz, lehî û bahozê herî kêm 42 kes mirin.

 Li Nepalê lehî û bahoz: 42 kes mirin
5 cotmeh, 2025   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rewşa Lezgîn a Nepalê Berdevk Shanti Mahat got; “Di karesatên cur be cur de heya niha 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî hîna winda ne.”

Ji qurbaniyan herî kêm 37 kes li herêma Illam a li rojhilat mirin. Hat ragihandin ku rêyên li herêmê ji ber hezazê hatin girtin. Rayedarek herêmî Sunîta Nepal diyar kir ku tîmên rizgarkirinê di şert û mercên zehmet de dixebitin.

Li paytext Katmanduyê ji ber ku çem fûriya, gelek tax di bin avê de man. Rayedar bi helîkopter û botan operasyonên tahliyeyê dimeşînin. Barana zêde rêya bejahiyê jî asê kir.

Di navbera mehên Hezîran û Îlonê de di demsala mûsonê de li başûrê Asyayê lehî û hezazên mezin rû didin. Tê gotin, ji ber guherîna avhewayê ev felaket zêde bûne.