Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê girt, û li gel wan madeyên hişbirê, alavên bikaranînê, pereyên sexte û çekên hatine dîtin û hatin desteserkirin.

Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
Li Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê hat girtin
5 cotmeh, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di rêzeoperasyonên ewlehiyê yên li bajarê Qamişloyê de toreke bazirganiya hişbirê û bikarhêneran wan ku ji 12 kesan pêk tê, girt.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev operasyona Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê, piştî şopandina tevgerên biguman pêk hat. Hate diyarkirin ku 3 kesên dema madeyên hişbirê li taxek bajêr difirotin hatin girtin û piştre bi îtîrafên wan ferdên din ên torê hatin aşkerakirin.

Di operasyonê de hişbir û alavên hatine desteserkirin ev in;

2.266 kîlo heşîş, 100 hebên curbicur ên ji madeya krîstal mîs, 2 pîvan, alavên bikaranînê, damanceyek, 2 kêr, 5 gule, roketên hawinê, 2 cîhazên bêtêl, 70 hezar lîreyên Sûriyeyî yên sexte yên 5 hezar, û 100 dolarê sexte.

Hêzan diyar kir ku hemû girtî ji Dozgeriya Giştî re hatine veguhastin ku tedbîrên yasayê ji bo wan bên girtin. Hêzan got operasyon û hemleyên wan li dijî tûrên bazirgan û kesên hişbirê bi kar tînin, ji bo ewlehiya civakê, dewam dikin.

(fr)