Şehîd Nagîhan Akarsel li Qamişlo û Kobanê hate bibîranîn

Nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Nagîhan Akarsel di salvegera 3’yemîn a şehadeta xwe de li Qamişlo û Kobanê hate bibîranîn.

5 cotmeh, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Akademiya Jineolojiyê, nivîskar û rojnamevan Nagihan Akarsel 4’ê Cotmeha 2022’an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di êrişeke sûqastê de hat qetilkirin. Bi boneya salvegera 3`yemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel çalakiyên bîranînê li bajarên Qamişlo û Kobanê hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Navenda Jineolojî ya bajarê Qamişlo bi hevkariya Zanîngeha Rojava ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel semînerek li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloyê da. Xwendekarên beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava, endamên Navenda Jineolojî, endam û nûnerên sazî û meclisên jinan amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji rêveberên Navenda Jineolojî ya Qamilşoyê Leyman Şêxo bi zimanê erebî û mamoste Xunav Mihemed bi zimanê kurdî li ser jiyan û xebata şehîd Nagîhan Akarsel axivîn.

Xunav Mihemed semînera "Bi zanebûna jinerjî jinê biline dibe" da. Xunav zanîn bi van gotinan pênase kir: " Zanîn encama têkiliyê ya hişê mirov bi rastiyê ye, bi rêya serpêhatî, hezirkirin, lêkolîn û rexeneyê çêdibe. Divê em jî di navbera zanîna kevineşopî, ya ku ji nifşan ve tê veguhestin û zanîna zanistî ya li ser bingeha delîlan û ser pêhatiyan pêvanên zanistî ye cudahî bikin. Zanîna felsefî jî wate û armancên bi rêya zanînê vedikole û derkeve. "

Xunavê têkiliya di navbera zanîn û jîneolojiyê de jî şîrove kir û wiha anî ziman " Jineolojî xwe dispêre rexnegeriya epîstemolojîk a li ser zanistên kevneşopî ku jin biçûk xistine. Dîrokê bi perspektîfek cuda ji nû ve dinivîse. Ji bo Jineolojî, zanîn ne bêalî ye; belkî, yan amûreke serdestiyê ye yan jî amûreke rizgariyê ye. Di vir de rola jineolojiyê ew e ku bîranîna jinên ku ji aliyê zîhniyeta zilam (baviksalarî) ve hatine dûrxistin vegerîne û ji nû ve entegreyî rêgeza heyî ya pêşketina mirovahiyê bike."

Xunav Mihemed di dewama semînerê de bal kişand ser rêbazên ku jineolojî di xebata xwe de xwe dispêre û ev nirxandin kir "Jinelojî xwe dispêre, sosyolojiya dîrokî, teqlîdkirina mîmîtîk, mîtolojiya, zanist, ol û felsefe. "

Xunav Mihemed anî ziman ku jineolojî ji bo hilweşandina ramanên serdest ên ku bindestiya jinan rewa dikin, dixebite.

KOBANÊ

Navendên Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Firatê jî bi çalakiyekê şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî.

Bîranîna li hola Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya li bajarê Kobanê hat birêxistinkirin. Gelek jin û ciwan, her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Weqfa Jin, Desteya Jin û Zanîngeha Kobanê amedebûn.

Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Firatê Sara Xelîl axivî û wiha got: "Şehîd Nagîhan yek ji pêşengên me bû, di jiyan de her tim têkoşîn kir."

 Sara wiha anî ziman: "Divê em xwedî li berxwedan û têkoşîna wê derkevin û şopdarên xeta Nagîhan bin.”

Piştî axaftinan mûm li pêşiya wêneyên Şehîd Nagîhan Akarsel hatin pêxistin û sînevîzyonek li ser jiyan û xebata wê hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(sş-re/bb)

ANHA