Li Nepalê 919 mirî, 4 hezar û 793 winda

Li herêma Rasuwa ya Nepalê ku li ser sînorê Çînê ye, hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 919'an. Her wiha 4 hezar û 793 kes jî winda ne.

Li Nepalê 919 mirî, 4 hezar û 793 winda
31 tebax, 2026   10:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya felaketa lehiyê ya hilweşîner a li Nepalê ya li ser sînorê Çînê giran dibe. Li gorî daneyên demkî yên Saziya Rêeberiya Afetê ya Nepalê ku roja Duşemê eşkere kir, di lehiyê de 919 kes mirin, 4 hezar û 793 kes jî winda ne. 

Çapemeniya dewletê ya Çînê jî ragihand ku li Tîbetê 16 kes mirin û 546 kes winda bûn. Bi vî rengî bîlançoya giştî ya li Nepal û Tîbetê 919 mirî û 4 hezar û 793 winda ye.