Tengava Hurmuzê û gurbûna şerê Amarîka Îranê di rojeva medyaya Erebî de bû

Şerê Amerîka û Îranê dikeve qonaxek aloztir, li liyekî îhtîmalên ji bo kêmkirina rageşiyê û derketina holê li aliyê din gelek senaryoyan ji bo rêça şer hene, ev yek fikarên li ser bandorên vê pevçûnê zêde dibin ku geşta deryayî, bazarên enerjiyê û ewlehiya herêmî jî dixe xeterê.

Tengava Hurmuzê û gurbûna şerê Amarîka Îranê di rojeva medyaya Erebî de bû
31 tebax, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûbirûbûna Amerîka û Îranê û çarenûsa Tengava Hurmuzê îro di medyaya Erebî de bi berfirehî cih girt. Analîzek CNN Arabiya, bi sernavê "Analîz: Îran di Şer de Sernakeve... û Bandora Xwe li Tengava Hurmuzê Winda Dike," diyar kir ku pevçûn ketiye qonaxek nû û Washington niha bi rêya dorpêçkirina aborî û leşkerî ya tengavê zextê li Tehranê dike.

Analîz encam dide ku hevsengiya zextê diguhere, û bandora Îranê li tengavê kêm dibe ji ber ku hin trafîka deryayî ji nû ve dest pê dike, di heman demê de Tehran bi zextek aborî ya zêde re rû bi rû ye. Rojnameya Lubnanî An-Nahar, di nivîsa xwe ya rojane "Sabah An-Nahar" de, di bin sernavê "Girêdan Nû Bûye û 3 Senaryoyên ku Îran û Amerîka Rûbirû ne... Xeze Di Navbera Çekan û Hilbijartinan de", bal kişand ser gurdana nû ya piştî çend mehan aramiya nisbî, û pêşeroja şer bi sê senaryoyên gengaz ve girêda.

Di analîza xwe de, rojnameyê nivîsand ku "Îran û Amerîka bi sê senaryoyan re rû bi rû ne" û destnîşan kir ku şansên kêmkirina gurdanê kêm bûne û Washington ber bi tundkirina cezayan ve diçe, di heman demê de Tehran gefê dixwe ku ji parastinê ber bi êrişê ve biçe.

Rojnameya El Şerq El Ewset analîzek bi sernavê "Piştî 6 Mehan... Rêberên Îranê rikberiya Amerîkayê dikin" weşand. Di xwendineke berfirehtir a rewşa herêmî de, malpera Al Rai analîzek bi sernavê "Rojhilata Navîn çawa ewlehiya xwe ji nû ve diafirîne... û gelo sîwana Amerîkay; têrê dike?" weşand. Nivîskarê wê bawer dike ku herêm piştî hilweşîna formula ewlehiyê ya ku bi dehsalan Rojhilata Navîn birêve dibir, ku li ser "sîwana Amerîkê, serdestiya Îsraîlê û bandora Îranê" hatibû avakirin, dikeve "serdemeke ewlehiyê ya nû".

(k)

ANHA