Li Munîhê wesayîtek pêl girseya gel kir: 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Munîh ê Almanyayê wesayîtek pêl girseya gel kir. Di encamê de jinek mir û 15 kes jî birîndar bûn.

Li Munîhê wesayîtek pêl girseya gel kir: 15 kes birîndar bûn
13 sibat, 2025   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya polîsên xwecihî, li bajarê Munîh ê Almanyayê wesayîtek pêl komek mirov kiriye û di encamê de ‘çend kes’ birîndar bûne. Hat ragihandin ku hêzeke mezin sewqî cihê bûyerê hatiye kirin.

Li gorî çapemeniya Almanyayê 15 kes birîndar bûne. Li gorî Suddeutsche Zeitungayê jî jinek jiyana xwe ji dest daye. Bûyer li Stîglmaîerplatzê di dema xwepêşandanê de, pêk hatiye.

Polîsên xwecihî, ragihandin ku ajokar ‘girtine bin kontrolê.’ Di lêpirsîna polîsan de hewl tê dayîn ku rewş bê zelalkirin ka ajoker bi zanabûn pêl girseyê kiriye ango qezaye.

Hat ragihandin ku bûyer li kêleka xwepêşandaneke mezin a bi navê Sendîkaya Xizmetên Yekbûyî Ver.dî pêk hatiye. Di vê xwepêşandanê de xebatkarên şaredariyê daxwaza zêdekirina mûçe, îkramiye û destûra zêde dikirin.

Serokê Şaredariya yê SPD’yî yê Munîhê Dieter Reiter, diyar kir ku ew li hemberî bûyera pêk hatî matmayî bûne.