Li Kerkûkê gorek komî hat dîtin

Saziya Tiba Edlî ya Iraqê ragihand ku li navçeya Hewîce ya Kerkûkê goreke komî ya ku tê texmînkirin 17 pêşmergeyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin, hat vekirin.

Li Kerkûkê gorek komî hat dîtin
13 sibat, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Tiba Edlî ya Iraqê ragihand ku li navçeya Hewîce ya Kerkûkê gorek komî ya nû hatiye dîtin û lêkolîn û testên destpêkê hatine destpêkirin.

Hate diyarkirin ku tê texmînkirin bermahiyên di gora komî de yên 17 pêşmergeyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatîn qetilkirin be.