YRA’yê Roja Radyoyan pîroz kir 

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Roja Radyo ya Cîhanê pîroz kir û bang li rêveberiyên tevahiya radyoyan kir ku lî gorî pirengiya çandî û olî ya civakan weşangeriyek xurt bikin.  

YRA’yê Roja Radyoyan pîroz kir 
13 sibat, 2025   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

YRA’yê bi minasebeta Roja Radyo ya Cîhanê ku 13 Sibata sala 2011’an jialiyê UNESCO ve hatibû qebûlkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera YRA hate weşandin de roja radyoyan li hemû saziyên ragihandinê û radyoyan hat pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin kir ku di nava geşedanên li tevahiya cîhanê û bi taybetî yên li Suriyeyê çêdibin de astengkirina rojnamevan didome, mafên wan tên binpêkirin, hewl tê dayîn ku xebatên Ragihandina Azad werin bên astengkirin. Hat diyarkirin ku bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşî rojnamevanan tê kirin û hat bibîrxistin ku tenê di êrişên ser Bendava Tişrînê de 2 rojnamevan şehîd, 8 jî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku geşedanên çêdibin barê radyoyan girantir kiriye, lê ew bi weşangeriya xwe bi taybetî guhertinên li Suriyeyê çêdibin ji cîhanê re radigihînin. 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêveberiyên hemû radyoyan hat kirin ku li gorî pirengiya çandî û olî ya civakan weşangeriyê bikin, xebatên xwe ji bo pêşxistina nirxên mirovî û azadiya civakî bi hêztir bikin.