Li Minbicê aşek tê avakirin

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Minbicê aşekî nû ava dike.

Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
Li Minbicê aşek tê avakirin
21 îlon, 2024   06:40
MINBIC

Rêveberiya Aşan a girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Minbicê dest bi avakirina aşekî kiriye. Aş dê rojane 25 ton ard çêke û li firinên kantonê belav bike.

Hevserokê Rêveberiya Aşan Cemîl Zerîq diyar kir ku aş dê rojane du şîftan were xebitandin da ku pêdiviyên rojane yên kantona bi cih bîne.

Zerîq anî ziman ku alavên aş nû ne ku dê berhemeke gelekî baş bide û wiha domand: "Em hîna di qonaxa avakirinê de ne. Di nava 5 mehan de dê hazir bibe. Aş ji 20 seriyên hûrkirinê pêk tê. Me beşeke alav ji derveyî herêmê anîne, em hewl didin di demeke nêz de bînin. Alavên me anîne nû ne, li gorî pîvanên cîhanî ne. Ji ber vê yekê dê ardekî bi kalîteyeke baş çêke û dê li tevahî firinan were belavkirin."

Li gorî Zerîq, lêçûna avakirina aş tevî alavên wê 725 hezar dolar e.

Rêveberiya Aşan a Kantona Minbicê bi rêya 8 aşên taybet ku girêbest pê re çêkirine, ard ji firinan re peyda dike. Bi avakirina aşê nû re dê pêwîstiya tevahî kantonê ya ard bi cih were.

(bb)

ANHA