Ji pênûsa şehîd Seyît Evran: Nûçegihaniya ku min xwest bikim..

"Nûçegihaniya min ne ew nûçegihanî bû ku rojnameyeke dewleteke sazkar de bikim. Ya ku min dixwest bikim, nûçegihaniya şer a têkoşînekê bû ku hebûna wê hê jî nehatiye qebûlkirin û ji bo ku hebûna xwe bidin qebûlkirin, gerîlayên wê cane xwe feda dikin.”

Ji pênûsa şehîd Seyît Evran: Nûçegihaniya ku min xwest bikim..
21 îlon, 2024   04:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Seyît Evran ku wek bîra çapemeniya azad tê naskirin, di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwend, pêşengeke çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz nas kir ku wm jî li heman zanîngehê dixwend. Di sala 1990’î de li Amedê tev li nava refên têkoşîna azadiyê bû. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di xebatên çapemeniyê de cihê xwe digire.

Di şeva 3'yê Kanûna 1994’an de navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û buroyên wê yên li Enqere û Amedê tên bombekirin. Seyît Evran wê demê gerînedeyê karên nivîsê yê rojnameyê bû. Di wan êrişan de tevî 23 hevalên xwe birîndar dibe. Bi salan li ser jiyana gerîlayan û têkoşîna li çiyayên Kurdistanê lêkolîn kirin, li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî nivîsand. Dema xebatên xwe yên rojnamevaniyê dikirin, di pirtûkên bi navên "Rêwîtiya ber bi Qeraxa Jiyanê ve" û "Sira Çiyayan" de, tespît û nêrînên xwe yên li ser jiyana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê weşandin.

Rojnamevan Seyît Evran di 22'yê Îlona 2023’yan de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da û li Şehîdgeha Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat veşartin.

Bi minasebeta salvegera yekemîn em beşeke pirtûka wî ya bi navê "Sira Çiyayan” diweşînin. Evran di wê beşê de qala armanca rojnamevaniya xwe dike.

RÊWÎTIYEKE ZEHMET A BI BERDÊLA JIYANAN Û JIYANÊN DI RÊYAN DE DERBAS DIBIN!

“Piştî ku hate erêkirin, min dest pê kir lê bifikirim bê ka ez dixwazim çi bikim. Ji ber ku ev ne karekî hêsan bû ku min dixwest bikim. Nûçegihaniya min ne ew nûçegihanî bû ku rojnameyeke dewleteke sazkar de bikim. Ya ku min dixwest bikim, nûçegihaniya şer a têkoşînekê bû ku hebûna wê hê jî nehatiye qebûlkirin û ji bo ku hebûna xwe bidin qebûlkirin, gerîlayên wê cane xwe feda dikin. Ev jiyana min a nûçegihaniya şer dê li newalên kûr ên ku gerîla tê re derbas bûn, kurterê û rêyên ku tê re diçûn, derbas bibûya. Me yê bi wan re dest bi rêwîtiyekê bikira ku li qeraxa jiyanê dest pê dikir. Mirin, birçîbûn, rondik, berf, baran, herî, bager, seqem, girtin û hwd hebûn. Rêwîtiyê li peravên jiyanê dest pê kir, lê ber bi naverasta jiyanê ve diçû. Û heta ku xwe negihanda menzîlê jî nedisekinî.

Di vê rêwîtiya li peravên jiyanê dest pê dikir, ev hemû hebûn û li benda me bûn. Di heman demê de berpirsyariyeke mezin ji vê rêwîtiyê re lazim bû. Ji ber ku ya min dixwest bikim ne tenê çêkirina nûçeyên li ser wan bû. Min ê sir û bedewiyên jiyana wan, hesretên wan û zehmetiyên têkoşîna wan jî binivîsandana. Lewma jî berpirsyariya wê rêwîtiyê mezin bû. Diviyabû jiyana wan kesên jiyana xwe feda kiriye û tê koşiyane, li gel nûçeyên çalakî û şehadetên wan bihatana nivîsandin. Kêmasiyên wan û hez û hêviya wan ku heta roja me ya îro parastine û xwedî kirine jî divê bihatana nivîsandin. Bi kurtasî, min ê di vê rêwîtiyê de jiyana kesên çiya jî nikarin zeft bikin, binivîsanda. Min ê lehengiya wan, qehremaniya wan, parvekirina wan a mirin, êş, hesret û hevaltiya wan li ser serê van çiyayan binivîsanda. A rast; divê min binivîsanda. Tiştekî din jî, min hêvî û xeyalên wan ên bedew ên ji bo siberojê binivîsandana. Min ê birqa di çavên wan de, germahiya dilê wan, dûrbûna di çavên wan de binivîsanda. Bi kurtasî, min xwest jiyaneke di wan re derbas dibe binivîsim. Min dê teqez binivîsanda.

Bi van hest û ramanan min amadekariyên xwe li gorî giraniya berpirsyariya xwe kirin. Min seferên xwe yên dawîn di navbera Qendîl-Xinêrê de kirin. Min pêwîstîyên xwe yên teknîk dabîn kirin. Min hevdîtinên xwe yên dawîn bi mirovên xweşik re kirin ku min ê li pey xwe bihiştana. Ez dibêjim dawî, ji ber ku li ser van rêyan tiştek hebû; mirov here lê venegere yan jî vegere lê nebîne. Ez cara dawîn çûm Qendîlê û li wir bi hevalan re min hevdîtin kir, vegeriyam Xinêrê ku ez ê cara dawîn jê derketama. Piştî ku min amadekariyên xwe yên li Xinêrê biqedandana, ez ê biçûma.

BER BI RÊWÎTIYA DAWÎN VE

Watedarkirina her kêliyeke jiyanê, têkoşînên mezin divê. Ez jî ji bo vê wateyê gelekî tê koşiyam. Ez Kurd im û diviyabû gelê min jî azad bûya. Ji bo vê heta nefesa xwe ya dawîn min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got.

Niha ez lê dinêrim; çend nifş guherîne? Ya ku dizanim; em her roj zêdetir bûn…

Em ji kevneşopa wan kesan in ku felsefeya ji xwe re kirine esas ev e; em di gorê de bin jî em ê ji bo azadiya vî gelî çi ji destê me bê bikin. Em ji bo wê hene û ji bo wê dijîn. Kalikê min dema bi Şêx Seîd re dimeşiya, ev têkoşîn da destpêkirin.

Ez neviyê bapîrê xwe me û min ala ku dewr girtiye, bi Rêber Apo û PKK'ê re domand. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyeyê heta Mehabadê ez li her derê bûm. Niha parçeyekî min Bakur e, parçeyek Rojava ye, parçeyek Başûr e û yek jî Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan.

Êdî bi milyonan kes li pey min hene û dê vê kevneşopê bidomînim...

Hîna gelek tişt hebûn ku divê bihatana kirin, lê wext ev qas bûye.

Di nava xweşî û heskirina min de bimînin