Li Meksîkayê êriş: 6 kes hatin kuştin

Li başûrê rojhilatê Meksîkayê di êrişeke çekdarî de 6 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Meksîkayê êriş: 6 kes hatin kuştin
25 mijdar, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li bajarê Villahermosa yê eyaleta Tabasco ya li başûrê rojhilatê Meksîkayê de ji aliyê çekdarên nenas ve êrişek hate kirin. Di êrişê de 6 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê serdozgerê giştî Gilberto Melkitides di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku êriş li kesekî diyarkirî hatiye kirin, lê bûye sedema birîndarbûna kesên din ên li nêzî wî.

Çavkaniyan da zanîn ku termên 5 kesan hatine dîtin û birîndarekî jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Eyaleta Tabasco bi neftê dewlemend e û bûyerên tundiyê lê zêde bûne. Di 20ˈê Mijdarê de, çekdaran gule li efserên polîsên xwecih reşandibûn.

Hate diyarkirin ku di navbera Çile û Cotmehê de 715 bûyerên kuştinê li Tabascoyê qewimîne.  

(bb)