Pedersen dîsa ji Şamê destvala vegeriya

Serdana şanderê NY’yê Geir Pedersen ya li Şamê, di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de tiştekî nû yê girîng bi xwe re neanî, tenê ji Sûriyeyê hate xwestin ku xwe dûrî şerê Îsraîlê bike.

Pedersen dîsa ji Şamê destvala vegeriya
25 mijdar, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şanderê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen serdana Şamê kir û çed hevdîtin li gel berpirs û balyozan pêk anîn. Her wiha bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam El Sabax re jî rûnişt.

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, di hevdîtina Pedersen û El Sabax de behsa alozbûna rewşa herêmê hatiye kirin ku di "encama şerê Îsraîlê û Lubnanê de çêbûye û bûye sedem ku bi sed hezaran sûriyeyî û lubnanî ji agirê makîneya kuştinê ya Îsraîlê ber bi Sûriyeyê ve birevin.”

Pedersen di civîna li gel rojnamevanan de ku piştî civînê pêk hat, destnîşan kir ku "hewldanên wî bi giranî li ser kêmkirina aloziyê bûn. Her wiha wî der barê xetereyên mezin ên girankirina aloziyê, bi taybet êrişên Îsraîlê de hişyarî da.”

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê tu agahî der barê civîna Pedersen û El Sabax de parve nekirine, tenê daxuyeniyeke kurt dabû û diyar kiribû ku hevdîtin pêk hatiye.