Rejîma Îranê jineke çalakvan destgîr kir

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jineke çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî destgîr kir û bir cihekî nediyar.

Rejîma Îranê jineke çalakvan destgîr kir
25 mijdar, 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê belav kirine, jina çalakvan a bi navê Seyran Xesrewî ya ji Sineyê, ji aliyê hêzên Îtlaetê (rêxistina îstîxbaratê) ya Îranê ve hatiye destgîrkirin û aqûbeta wê nayê zanîn.

Hat gotin ku hêzên rejîmê bi ser mala wê de girtiye, gef lê xwarine û bêyî ku belgeyekê ji bo destgîrkirinê nîşan bidin, ew destgîr kirine.