Li Lubnanê jinek hate kuştin 21 kes birîndar bûn

Di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de jinek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li Lubnanê jinek hate kuştin 21 kes birîndar bûn
27 hezîran, 2025   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li ser deverên li başûrê Lubnanê de, jinek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. 

Wezaretê got ku hêzên asmanî yên Îsraîlê li avahiyeke li bajarê Bebetiya li başûrê Lubnanê xist, di encamê de jinek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.  Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubbanê ragihand ku ku artêşa Îsraîlê di hemdn demê de bi mûşekan li daristanên nêzî cihê êrişa destpêkê xist û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got ku êrişên asmanî dezgeheke bin erdê "bi tevahî wêran kiriye" ku beşek ji projeya binesaziya Hizbullahê bû. Artêşê her wiha diyar kir ku Hizbullhê hewl dida wî cihî ji nû ve ava bike.

Rayedarên Lubnanê êriş şermezar kirin. Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun got ku "Îsraîl hemû bangên navneteweyî yên ji bo kêmkirina aloziyê paşguh dike, û divê civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina van êrişan tevbigere. "

 Serokwezîr Newaf Selam jî êrişên asmanî wekî "binpêkirina serweriyê û rêkeftina agirbesê" bi nav kir.

(k)