Îranê kuştina zanayekî din ê nukleerê eşkere kir

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê ragihand ku zanayê nukleerê Silêman Silêmanî jî di encama êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Îranê kuştina zanayekî din ê nukleerê eşkere kir
27 hezîran, 2025   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê derbarê kuştina zanayê nukleerê Silêman Silêmanî de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî zanîngehê zanayê nukleerê û yek ji mamosteyên zanîngehê yê bi navê Silêman Silêmanî di encama êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gorî medyaya Îranê heta niha 12 zanayên nukleerê yên Îranê di encama êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Di 13 Hezîranê de di navbera Îsraîl û Îranê de şer destpê kiribû û di 24’ê Hezîranê de jî bi agirbestê rawestiya.