Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 4 welatiyên Beluc birî

Hate ragihandin ku 4 welatiyên Beluc bi hinceta sûcên siyasî, bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 4 welatiyên Beluc birî
27 hezîran, 2025   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, ragihand ku 4 welatiyên xelkê Belucistanê yên bi navê Eydo  Şebexş, Ebdulxenî Şebexş, Ebdurehîm Qenberzahî û Suleyman Şebexş ji aliyê liqa 28 ya Dadgeha Şoreşa Tehranê ve bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.

Hate diyarkirin ku her çar welatî bi tometa ‘serhildan û avakirina komên dijî rejîma Îranê’ hatine mehkûmkirin.

Hêjayî gotinêye ku seroka beşa karûbarên Îranê li Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann, li ser rupela xwe ya fermî ya X’ê ragihand ku tevî li Îranê agirbest hatibe ragihandin jî, hikûmeta Îranê vê yekê ji bo tepeserkirin, îşkencedan û darvekirina dijber û kesên ji bo azadiyê xebat dikin bi kar tîne.