Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êriş li dijî endamekî Hizbullahê bû.

Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
21 ÇILE, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê li başûrê welat 2 erebe kirin hedef, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li gorî wezaretê, êrişek li bajarokê Zehranî yê navçeya Seydayê û ya din li ser rêya Bazûriyê ya navçeya Siwerê hatine kirin. Di encama her du êrişan de 2 kes hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee daxuyaniyek li ser X’ê parve kir û diyar kir ku êrişa li Siwerê li dijî endamekî Hizbullahê hat kirin.

(b)